Îşxalkerên sîyonîst, li Xezzeyê qetlîamên xwe didomîne.

Berdevkê Teşkîlata Parastina Sîvîl a li Xezzeyê Mahmud Basal, derheqê êrîşê de weha got, “Di êrîşa artêşa îsraîlê ya ku li dijî Kampa Penaberan a Cîbalîyeya bakurê Xezzeyê li dar xist de 9 jê zarok herî kêm 17 Filistînî hatin qetilkirin.”

Di êrîşan de rojnamegerê Xezzeyî Hassan Hamad jî şehîd bûye.

Ji destpêka êrîşan heta niha 175 rojnameger hatin qetilkirin. (ÎLKHA)