Li nêzê Balafirgeha Navneteweyîya Cînnah a bajara Qereçîyê teqîneke mezin pêk hat.

Li gorî diyarîyên ewil kesekî canê xwe ji dest da, 7 kes jî birîndar bûn.

Bi tesîra teqînê li derdorê di gelek cîhan de şewat derket.

Rayedaran îfade kirin ku têketin û derketina Balafirgeha Navneteweyîya Cînnahê hatîye girtin, lê ew ê sefer berdewam bikin.

Rayedarên polêsan jî destnîşan kirin ku li derveyê balafirgehê jî tankerekî teqîyaye. (ÎLKHA)