Navê bernameya îsal weke "Civîna Aliman" a îsal ku her sal meha cotmehê tê lidarxistin, wek "Tofana Eqsayê, Mesûlyeta Ummet û Ulemayê (Rûmeta Ummetê Xezze)" hat dayin.

Bernameya "Hevdîtina Aliman" a îsal bi beşdariya alimên payebilind ên welatên Îslamê yên wekî Tirkiye, Iraq, Kurdistana Iraqê, Filistîn, Misir, Efxanistan, Qeter, Sûdan, Senegal, Siûdî û Urdunê tê lidarxistin.

Di duyemîn rûniştina piştî nîro ya hevdîtinê de Mela Reşîd Sîgerîyê ku ji Kurdistana Başûr beşdarî hevdîtinê bû pêşkêşîyeke bi navê “Îqtîdara Kûrewî ya Siyonîzmê û bi Tofana Eqsayê Deşîfrekirina Wê” pêşkêş kir.

“Çiqlê zeytûnê dê me nebe zaferê, Îslam dînê şûr û qelemê ye”

Sîgerî di destpêka pêşkêşîya xwe de balan kişand li ser qedr û qiymeta cîhadê û wiha got: “Divê bê zanîn îro dê çiqlê zeytûnê û kevoka aştîyê dê me nebe zaferê. DÎnê Îslamê li ser şûr û qelemê hatiye bînakirin. Ew ê dînê Îslamê her tim baqî bimîne.Ger dînê Îslamê şûr bikar neyîne ew ê esasên wê negihijin cihên din. Halê ku a niha ummeta Îslamê di nav de ye Pêxemberê me Hz. Muhammed berî vê 1400 salan ji me re îzah kiribû. Ji ber vê yekê heyata Pêxemberê me bi mûcîzeyan dagirtîye û ew ê rîsaleta wî heta qiyametê berdewam bike. Wekî ku Îmam Malîk gotiye dawîya vê ummetê encax bi wê tişta ku  pê dest pê kiriye dikare bê islahkirin. Ji me re çareserîya problemê û tedawîya nexweşîyê bi şiklekî kurtasî îzah kiriye. Destpêka vê ummetê bi şûrê islah bûye. Ger şûr tunebûna ew ê Moxolî serê vê ummetê îşxal kiribana. Ger şûr tunebûna ew ê Xaçperest me tarûmar kiribana.”

“Selahaddîn fam kiribû ku ew zihnên ku cîhadê ji bîr kirine bi wan fetha Qudsê ne mumkûn e”

Sîgerî di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser rêya fetha Qudsê ya ku Selahadddîn danîbû li ber xwe û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Selahaddîn bi tena serê xwe mezin nebû. Ew bê şek û sîleh û bê amadehîyan nebû fermandar . Selahaddîn di wextekî wisa de hatibû ku di wî wextî de fikra cîhadê pêşve çûbû. Selahaddîn fam kiribû ku ew zihnên ku cîhadê ji bîr kirine bi wan fetha Qudsê ne mumkûn e.Ji ber vê yekê pêşî wî xwe ji bo cîhadê amade kir. Lewra fermandar ew kes e ku xwe ji bo cîhadê amade dike. Lewra fermandar pêşşîvan e.”