Navê bernameya îsal weke "Civîna Aliman" a îsal ku her sal meha cotmehê tê lidarxistin, wek "Tofana Eqsayê, Mesûlîyeta Ummet û Ulemayê (Rûmeta Ummetê Xezze)" hat dayin.

Bernameya "Hevdîtina Aliman" a îsal bi beşdariya alimên payebilind ên welatên Îslamê yên wekî Tirkiye, Iraq, Kurdistana Iraqê, Filistîn, Misir, Efxanistan, Qeter, Sûdan, Senegal, Siûdî û Urdunê tê lidarxistin.

Di duyemîn rûniştina piştî nîro ya hevdîtinê de Dr. Abdurrahman Arifê ku beşdarî Hevdîtina Aliman a 9emîn bû û pêşkêşîyê kir balan kişand li ser berxwedana li Xezzeyê û ehemmîyeta  cîhadê.

“Diyarkirina stratejîyê ya ji bo cîhadê mujîm e”

Arifê ku ji Kurdistana Başûr beşdarî civînê bû destnîşan kir ew gelek caran ji lîderên leşkerî û siyasî yên HAMASê bihîstine ku hedefa wan a ewil ew e ku Filistînî vegerin li ser axên xwe û Filistîn azad bibe. Arif dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me heman stratejîyê li Efxanistanê jî dît.  Emîrtîya Îslamê ya Efxanistanê ji xwe re kir hedef ku pêşî dijminan ji axên xwe derîne û dûre hewl da dewleteke xweser bê avakirin.  Di talîyê de ew xebat dan destpêkirin ku dewleteke Îslamî bê avakirin. Talîban di xebatên xwe yên ku 20 salan berdewam kir de vê yekê pêk anîn. Dixwazî bila li Xezzeyê be dixwaze bila cihekî din be ferq nake, diyarkirina stratejîyê ya ji bo cîhadê mujîm e.

“Lazim e Misliman Peymana Sykes-Picot ji holê rabikin”

Arif di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser hedefên wê berxwedana li Xezzeyê û wiha got: “Berxwedana li Xezzeyê ji xeynî vegera gelê Filistînîyan a li ser axên xwe û xweserbûna Filistînê ji xwe re kiriye hedef da ku Peymana Sykes-Picot ji holê bê rakirin.  Ev Peymana Sykes-Picot yek ji astengên herî mezin a li ber Mislimanan e. Ji ber sînorên sunî yên ku ji ber vê peymanê Misliman nikarin destekê bidin Xezze û Xezzeyîyan. Ji ber vê yekê lazim e Misliman pêşî ji vê peymanê xelas bibin.”(ÎLKHA)