Navê bernameya îsal weke "Civîna Aliman" a îsal ku her sal meha cotmehê tê lidarxistin, wek "Tofana Eqsayê, Mesûlyeta Ummet û Ulemayê (Rûmeta Ummetê Xezze)" hat dayin.

Bernameya "Hevdîtina Aliman" a îsal bi beşdariya alimên payebilind ên welatên Îslamê yên wekî Tirkiye, Iraq, Kurdistana Iraqê, Filistîn, Misir, Efxanistan, Qeter, Sûdan, Senegal, Siûdî û Urdunê tê lidarxistin.

Di duyemîn rûniştina piştî nîro ya hevdîtinê de Prof. Dr. Sabah Berzencîyê ku beşdarî Hevdîtina Aliman a 9emîn bû û pêşkêşîyê kir balan kişand li ser Tofana Eqsayê û cîhadê.

“Xweda di her wextî de alimên rebbanî yên ku heqîyê li ser pîyan digire derdixe holê”

Berzencî di destpêka pêşkêşîya xwe de diyar kir Xwedayê Teala di ayeta kerîm de dibêje “Ji bo Pêxember ji we re û ji bo hûn jî ji bo însanan bibin şahid…” Ev şahidên ku qesda wan tên kirin ji wan kesên ku li Filistînê nobetê digirin û li Xezzeyê cîhadê dikin pê ve ne ti kes in. Berzencî dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew ew kes in ku di pey şopa Ehmed Yasîn, Ransîtî û Îsmaîl Henîyye de diçin. Lewra ew bi xwîna xwe ya pak û tahir û bi rûhên xwe yên paqij destenên qehramanîyê nivîsîn û him jî ya herî bi îhtîşam. Peyamên wan bûn wesîle ku nirxên medenî heşîn bibin û di nesl û qelbên wan de bi cî bibin. Ew yek ne zeîf dibe, ne bi paş ve diçe û ne jî tereddud dike û li Amerîkayê û li ser wan axên îşxalkirî bi xwe jî heşîn dibe. Ew çalakîyên îstîşhadî jî siyonistan, medyaya wan û wan kesên ku destekê didin wan perîşan kir.”

“Ne dilopek xwîn, ne bostek ax û ne jî çiqleke zeytûnê dê boşa biçe”

Berzencî di berdewama axavtina xwe de got ku ew cîhad û berxwedana li Xezzeyê û ew qehremanên ezîz ên bi ezm sîmgeya herî xweş û baş a xwedîderketina li weten, ax û muqaddesatê ye. Berzencî dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Meseleya Filistînê; meseleya ummetê ye ku ew ummet xwedî îman/eqîde û nirxên exlaqî ye. Divê bê zanîn ne dilopek xwîn, ne bostek ax û ne jî çiqleke zeytûnê dê boşa biçe. Dîsa divê bê gotin ku Tofana Eqsayê îspat kir ku ew ê ew heqên tên îhlalkirin encax bi cîhadê karibin bên parastin.”(ÎLKHA)