Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 366emîn de berdewam dike de agahî da.

Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di qetlîamên 24 saetên dawîn de 45 sivîl şehîd kirin û 256  kes jî birîndar kirin.

Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 41 hezar û 870î û hejmara birîndaran jî derket 96 hezar û 166an. (ÎLKHA)