Xwepêşan ji teref platforma Basel4palestine ve hat tertîpkirin.

Xwepêşana ku bi temaya “Filistîna Azad û Qetlîamê Bidin Sekinandin” hat tertîpkirin li parka De Wetteyê dest pê kir û heta Meydana Kaserneyê  berdewam kir.

Nêzî 5 hezar kes beşdarî xwepêşa ku hat lidarxistin bûn û sloganên mîna “îsraîl qetlîamê dike û Ewrûpa alîkarîyê dide wê, îsraîl qetlîamê dike û Sîwîsre alîkarîyê dide wê” avêtin.

Li Sîwîsreyê digel ku bidengkirina wê hatiye qedexekirin jî slogan “Ji Çem heta behrê Filistîna azad” hat avêtin.(ÎLKHA)