Yekîtîya Medrese û Aliman (ÎTTÎHADUL ULEMA), li Diyarbekirê bi beşdarîya gelek alimên ji Tirkî û gelek welatên Îslamê Hevdîtina Aliman a 9emîn li dar xist.
Navê bernameya îsal weke "Civîna Aliman" a îsal ku her sal meha cotmehê tê lidarxistin, wek "Tofana Eqsayê, Mesûlyeta Ummet û Ulemayê (Rûmeta Ummetê Xezze)" hat dayin.
Bernameya "Hevdîtina Aliman" a îsal bi beşdariya alimên payebilind ên welatên Îslamê yên wekî Tirkiye, Iraq, Kurdistana Iraqê, Filistîn, Misir, Efxanistan, Qeter, Sûdan, Senegal, Siûdî û Urdunê tê lidarxistin.
Di duyemîn rûniştina piştî nîro ya hevdîtinê de Akademîsyenê Filistînî Dr. Ebdullah Merûf bi navê “Di Perspektîfa Tofana Eqsayê de Pêşeroja Projeya Siyonîst” pêşkêşîyekî kir.
Merûf diyar kir ku pêşketina rejîma îşxalker a siyonîst ji damezrandina xwe heta îro ji sê qonaxan pêk tê û wiha peyivî, “Hêza ku ev avahî afirandiye bi rastî hêzeke çepgir a laîk e ku tu têkiliya wê bi Cihûtiyê re nîne. Ew ne girêdayî tu dînî ye. Hinek ateîst in. Çimkî ew Cihûtiyê jî wek dînînijadî dibînin. Bingeha Cihûtiyê ewropî bû. Di 30 salên ewil de, heta salên 70yî, laîk û çepgiran îsraîl, timî di bin navê partiya karkeran de desthilatdar bûn. Piştî vê yekê li dewleta îsraîlê cara yekem partiyeke rastgir derket holê. Ev qonaxa duyemîn a îsraîlê bû. Ev avahî li şûna ku bi awayekî ewropî tevbigerin, bi awayekî nîjadperest tevgeriyan. Di qonaxa xwe ya duyemîn de ti têkiliya îsraîlê bi dewletên din re nebû. Ev qonax di salên 70yî de dest pê kir û heta sala 2001ê berdewam kir. Ji ber vê yekê avahî û tevgera rewşenbîrî ya îsraîl niha hinekî din ber bi rastê ve çûye.
îsraîl piştî qetlîama Sabra Şatîllayê derbasî qonaxa sêyemîn bû. Bûn tevgereke ku hîn bêhtir muhtacî qetlîaman e. em êdî dibînin ku hêdî hêdî hildiweşe. Bi rastî ev hukûmet rêbazeke dewletê ya nû derxist holê. Avahiyeke him siyonîst, him Cihû him jî ji xeynî xwe tiştekî din nabîne. Ne avahiyeke laîk bû jî. Ew ne avahiyek Cihû ye ku 76 sal in me dîtiye. Gelê Filistînê û gelên Îslamî ji niha ve bi vê meyla nû haydar bûne.”
“Ew di wê baweriyê de ne ku dema Mehdî were wê ji bo mirovahiyê rizgariya dawî be”
Marûf baş kişand ser xaxamê Meîr Kahanê ku dibêje “divê di rêveberîya dewleta rajîma îşxalê de xaxamên cihû hebin.” Û got, “Dixwazin ku dînê Cihûyan û siyonîsmê li gorî menfeeta dewletê çêbikin. Dixwestin ku dewletê li gorî dogmayên Cihûtiyê saz bikin. Ketin rewşeke ku Cihûtiyê pêş dixe. Ew li benda Mehdîyekî ne. Ew di wê baweriyê de ne ku dema Mehdî were wê ji bo mirovahiyê rizgariya dawî be. Peyveke gelek bi talûke ye. Çimkî sîyasetmedarên wan ên berê ji derbas kirina xetên sor ditirsîyan. Eleqeya wê bi dîn re tune bû. Dîn ji rêvebertîya xwe dûr dihiştin lê rêbaza îsraîla nû ne werê ye; ji ber ku êdî Mescîda Eqsayê ji xwe re muqeddes dibînin dixwazin wir bistînin.
Ew guherîya şiklekî wisa ku divê êdî berxwedaneke bihata li hemberî wan. Zîra ev hêza îşxalker êdî temamê sînoran derbas kiribûn, fikran derbas kiribûn. Ji xwe ew difikirin ku wedê Xweda teala ya ku daye wan hatine cîh. Li gorî vê hereket dikin. Ev jî gaveke tije bi kehanet e. Ji xwe rayedarên wan aniha jî dibêjin, “dewleta me ya îsraîl ji xerabiyê ber bi xerabiyeke din diçe.”
“Emê bibin ji wan kesên ku di azadîya Mescîda Eqsayê de him şahidîya wan him jî para wan heye”
Marûf di dawîya axaftina xwe de wisa peyivî:
“Rejîma îşxalê aniha him me Misilmanan him jî çepgirên ku îro li îsraîlê derketine qadan û protestoyan dikin weke dijmin dibîne. Wê aqibet wisa be. Yan wê îsraîl bibe dewleteke şerîetê ku bi Tewratê tê hukumkirin, wê xaxaman birêvebibin. An jî emê bibînin ku bi şera çepgir û rastgiran wê îsraîl bibe du felq. Rojavayî naxwazin ku ew der bibe dewleteke ku xaxam rêvebirin. Înşallah ev hereketa pîroz ku Tofana Eqsayê kir wê bibe bizmereke ku li dilê îşxalê hatiye xistin û wê bibe wesile ku alema Îslamê bixwe ve were. Emê bibin ji wan kesên ku di azadîya Mescîda Eqsayê de him şahidîya wan him jî para wan heye.” (ÎLKHA)