Di hevdîtina ku doh dest pê kir û îro jî berdewam dike de li ser mijara Tofana Eqsayê, Mesûlîyeta Ulema û Ummetê de gelek akademîsyen û alim gelek pêşkêşî kirin ku ev pêşkêşî dê di roja duyem de jî berdewam bikin.

Ji bernameya “Hevdîtina Aliman” re, ji Tirkîye, Iraq, Herêma Kurdistanê, Sûrîye, Filistîn, Misir, Efxenistan, Qeter, Libnan, Sûdan û Urdunê gelek ulemayên bijarte beşdarî dibin.

Di hevdîtina ku dê îro berdewam bike de jî kesên bi navê Dr. Muhammed Sînemukî, Prof. Dr. Sabah Berzencî, Prof. Dr. Usame Muslim, Dr. Abdurrahman Arif, Mela Reşîd Sîgeri, Dr. Ahmet Tekin, Prof. Dr. Davud Işıkdogan, Dr. Muhammed Xalid Mustafa û Lêkolîner û Nivîskar Mustafa Kasadar pêşkêşîyê bikin.

Ew ê bername bi encamnameya ku dê bê xwendin bi dawî bibe.(ÎLKHA)