Artêşa Pakistanê, di daxuyanîya ku belav kir de diyar kir ku li wîlayeta Xeyber Paxtunwayê di navbera hêzên ewlehî û mîlîtanan de pevçûn derket, di encamê de 6 leşker canê xwe ji dest dane.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku 6 mîlîtan jî di pevçûnê de hatine kuştin.

Artêş, destnîşan kir ku li dijî mîlîtanên li herêmê jî operasyonek hatîye destpêkirin. (ÎLKHA)