Yekitiya Aliman û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA) bi beşdariya alimên payebilind ên gelek welatên Îslamê xisûsen Tirkiyeyê li salona konferansê ya Camiya Selahaddîn Eyyûbî ya li Diyarbekirê 9emîn civîna aliman li dar dixe.

Navê bernameya "Civîna Aliman" a îsal ku her sal meha cotmehê tê lidarxistin, wek "Tofana Eqsayê, Mesûlyeta Ummet û Ulemayê (Rûmeta Ummetê Xezze)" hat dayin.

Bernameya "Hevdîtina Aliman" a îsal bi beşdariya alimên payebilind ên welatên Îslamê yên wekî Tirkiye, Iraq, Kurdistana Iraqê, Filistîn, Misir, Efxanistan, Qeter, Sûdan, Senegal, Siûdî û Urdunê tê lidarxistin. Serokê Huda Parê zekeriyayapîroglu jî beşdarî bernamê bû.

Bernameya ku di nav 2 rojan de 4 rûniştin tê plankirin bi tîlaweta Qurana Kerîm dest pê kir.

Civîn bi axaftinên protokol û sînevîzyonê berdewam kir. Paşê Rûniştina yekem a bi moderatoriya Dr. Huseyîn Sûdan pêk hat.

Dr. Mihemed Es-Sexîr, li ser "Tesîra Tofana Eqsa li ser civaka navneteweyî û rêxistinên navneteweyî" pêşkêşiyek kir.

“Xezze tenê ji îmtîhanê derbas kir”

El-Sexîr wiha dest bi gotinên xwe kir:

“Ummeta Îslamê niha di nava îmtînakî de ye. Aniha nêzî 2 mîlyar Misilman di nava îmtîhanê de ne. Tenê Xezze ji vê îmtîhanê derbas kir. Cîhada ku aniha li Xezzeyê tê kirin, piştî muhasare û dorpêç kirina 17 salan pêk hat. Birayên me yên Xezzeyê di vê cîhadê de serkeftî bûn çimkî ew bi demeke pir dirêj li ser vê cîhadê dixebitîn. Xwedayê teala dibêje ku, ‘Muşrîkan çawa ku bi we re komî şer dikin hun jî bi wan re komî şer bikin.’ Ev ne dirûşmeke. Birayên me yên li Xezzeyê jî di çarçoveya vê ayetê de bi hezirîyên salan komî cîhadê kirin. Dema em pêvajoyê dinêrin dibînin ku rejîma îşxalker him di warê leşkerî û him jî di warê îstîxbarî de mexlûbiyetekî mezin dîtin.”

“Tofana Eqsayê li seranserê dinyayê tê peyivîn”

Muhemmed es-Sexîr gotinên xwe wisa domand, “Dijminên wan jî mecbûr bûn ku serkeftina Misilmanên li Xezzeyê teqdîr bikin. Dijminên wî jî îtiraf dikin ku serfermandarê mezin Yehya Sînwar di warê leşkerî û îstixbaratî de ji qaşo serokwezîrê rejîma siyonîst Binyamîn Netanyahu xwedî helwestek bihêztir e. Hemd ji Xwedê re be, niha Tofana Eqsayê li seranserê dinyayê tê peyivîn.”

“Diyarbekir her tim bûye dengê ummetê”

Muhemmed es-Sexîr ji bo munasebeta civînê teşekkurî ÎTTÎHADUL ULEMAYÊ kir û wiha got, “Wek hûn jî dizanin Diyarbekir bajarê sehabîyan e. Ez li gelek deverên Tirkiyê geriyam û dîtim, lê ez dixwazim bibêjim ku bi taybetî atmosfera menewî ya Diyarbekirê tesîrî min kiriye. Di bûyera şehadeta rêberên HAMAS an jî rêberên cîhanê de birayên me yên ji Diyarbekirê her tim sersaxî dixwazin. Mînak dema ku endezyarê Tûnisî Muhammed Ez Zewarî yê balafirên keşfê yên kemîkazê yên HAMASê çêdikir şehîd bû, li Diyarbekirê sersaxî jê re hat xwestin. Lê belê Muhammed Ez Zewarî ji aliyê piraniya mirovan ve nehate naskirin. Diyarbekir her tim bûye dengê ummetê. Heger li Diyarbekirê civînên piştevaniya Xezzeyê bihatana kirin, serokên HAMAS, Xezze û mucahidînan wê bidîtana û bizanibûya ku ummeta Îslamê li pişt wan e.”

“Sedsala Tofana Eqsayê”

Muhemmed es-Sexîr di dawîya gotinên xwe de wiha peyivî:

“Cîhada ummetê bi ilm û aliman dest pê dike. Ger alim pêşengiya ummetê nekin wê ummet di her warî de paşde bimîne. Li Xezzeyê em bi birayên xwe re li dijî rejîma siyonîst şer nakin û bi têra xwe nikarin piştgiriya birayên xwe bikin. Înşallah bi Tofana Eqsayê re ummet bibe şahidê Selaheddînekî nû. Birayên me yên li Xezzeyê tevî hemû astengiyan mucadeleya xwe didomînin. Înşallah berxwedana me ya li Xezzeyê bi ser bikeve û neslên piştî me ji sedsala me weka 'Sedsala Tofana Eqsa' û 'Sedsala Cîhada Efxanîstanê' bi nav bike.” (ÎLKHA)