Hevdîtina Aliman a 9emîn ya ku ji teref ÎTTÎHADUL ULEMAyê ve tê tetîpkirin û ji çar alîyê alema Îslamê gelek ulema beşdarî dibin li Dîyarbekirê tê lidarxistin.

Navê bernameya ku her sal tê tertîpkirin jî wek “Tofana Eqsayê, Mesulîyeta Ummet û Ulemayê (Rûmeta Ummetê Xezze)” hat diyarkirin.

Ji bernameya “Hevdîtina Aliman” re, ji Tirkîye, Iraq, Herêma Kurdistanê, Filistîn, Misir, Efxenistan, Qeter, Libnan, Sûdan, Senegak û Urdunê gelek ulemayên bijarte beşdarî dibin. Ji bernameyê re Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu jî beşdarî bû.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu beşdarî Hevdîtina Aliman bû û di bernameyê de axavtinek kir.

Yapicioglu destnîşan kir ku îro pirsgirêka herî mezin a ku însanîyet pê re rûbirû maye kedxwarîya kûrewî û bêedaletî ye, Yapicioglu îfade kir ku van pirsgirêkan bi hemû jandarîyên xwe berdewam dike, li çar alîyê dinyayê îşxal, herbên navxweyî û pevçûn berdewam dikin.

Yapicioglu ku îfade kir îstîkbara kûrewî li hember nirxên însanî û însanîyetê herbekî xeddar li dar dixe, “Rejîma sîyonîst a îşxalker, nêzê salekîye li Xezzeyê qirkirina xwe didomîne, niha jî li dijî Libnanê êrîş û îşxala xwe daye destpêkirin; di alîyekî de li Filistînê, di alîyekî de jî li Libnan Yemen û Sûrîyeyê êrîş û qetlîaman pêk tîne; ji Îranê re tehdîda êrîşê dike, sûîqestan bikartîne.”

“Li gorî her demî mesulîyetekî mezin û zêde dikeve ser milê ulemaya Îslamê”

Yapicioglu, “Tenê Filistîn di bin tehdîdê de nîne, Libnan, Sûrîye, Iraq, Yemen, Îran, Misir û Tirkîye hemû welatên herêmê û bi rastî hemû însanîyet di bin tehdîda sîyonîzm û emperyalîzma Rojavayê de ye. Divê welatên Îslamê jî li hember vê tehdîdê li derdorê planeke çalakîya hevpar bicivin û gavên ku bi çavan bêne dîtin û pêşîya wan bigrin bêne avêtin. Encax hikumetan di vê meseleyê de ziîftîyê nîşan didin hetta hinekên wan li cem qirkeran disekinin û li alîyê wan in. Di vê rewşê de li gorî her demî mesulîyetekî mezin û zêde dikeve ser milê ulemaya Îslamê”

“Em mecbur in ku îxtîlafên xwe bidin alî û yekîtî û hevkarîyên xwe zêde bikin”

Yapicioglu ku îfade kir “Her rojê ku em bêdeng bimînin em ê hem însanîyeta xwe winda bikin hem jî ger ku rejîma terorê ya sîyonîst ku xeyalên arz-i mew’ud dikin neyê sekinandin wê tenê Filistînê û Libnanê nede ber agir, ewê hemû herêmê bavêjin nav agirekî.” Weha got:

“Em nikarin biratî, bawerî û însanîyeta xwe bi sînorên ku 100 sal berê Emperyalîstan çêkirine sînordar bikin.

Filistîn, Libnan, Yemen, Sûrîye, Iraq, Îran, Misir, Urdun an jî Tirkîye… Em nikarin tu welatekî Îslamê ji welatekî dinê cuda bibînin û wan ji welatên dinê cuda bikin.

Ev tişt, mesulîyeta ku dîroka me ya hevpar û wijdanê me daye ser milê me ye.

Misilman mecbur in ku li hember tehdîda ku rejîma îşxalker a sîyonîst pêk tîne cepheyên xwe yên navîn qewetdar bikin, sefên xwe bijdînin, îxtîlafên xwe bidin alîyekî û yekîtî û hevkarîya xwe zêde bikin.”

“Hêvîya tiştekî ya ji Neteweyên Yekbûyî tiştekî ebes e”

Zekerîya Yapicioglu ku îfade kir sîstema navneteweyî hilweşîyaye weha got, “Herî rastî ev e ku ji xwe van sazîyan ji bona ku menfeatên emperyalîst û sîyonîzmê biparêze hatîye damezrandin. Îro hêvîya tiştekî ya ji Neteweyên Yekbûyî tiştekî ebes e.”

“Ji ber ku me gavên ku doh hewcebe bavêta neavêtîye em van rojan dijîn”

Yapicioglu îfade kir ku mixabin Teşkîlata Hevkarîya Îslamê jî ji armanc û mîsyona damezrandina xwe dûr ketîye, “Ev rewş di warê tesîsa edaleta kûrewî de mesulîyetên mezin dike ser me hemûyan û ser milê ulema û umerayan. Alîgirbûna ji alîyê mezlum û mistezefan, ji heqîyê û edaletê wezîfeya me ya Îslamî û însanî ye… Em dereng man, divê zêdetir jî dereng nemînin. Ji ber ku me gavên ku doh hewcebe bavêta neavêtîye em van rojan dijîn. Ger ku em îro gavên ku hewcene navêjin ew ê sibe zarokên me jî bedêlên giran bidin.”

“Quds û doza Qudsê di dîrokê de daîma bûye şanaz û îzzeta ummetê”

Yapicioglu bal kişand ku ew mesul in destekê bidin berxwedana Filistînê, piştgirîyê bidin wan, bi wan re cepheyekî hevpar çêbikin û damara jîyanê ya sîyonîzmê qut bikin, “Doza Filistînê ne tenê doza axekî ye, di heman demê ew micadeleya azadî û bawerîyê ye. Îro azadkirina Xezze û Qudsê di heman demê de micadeleya hebûna ummetê ye. Quds û doza Qudsê di dîrokê de daîma bûye şanaz û îzzeta ummetê. Zefera Selaheddîn Eyyûbî, çawa ku di alema Îslamê de bûbû destpêka vejînê, îro berxwedana li Xezzeyê jî ji ummetê re hetta ji însanîyetê re îlhamekî ye. Wa îlham bûye jî.”

“Micahîdan, ji bo xelasîya hemû însanîyetê ku di bin tesellûta sîyonîzmê de ye micadeleyê dikin”

Yapicioglu bal kişand ku berxwedana micahîdên hafiz ên li Xezzeyê, ji ummetê re menewîyat û cesaretê dide, “Ew, hem Quranê mihafeze dikin hem jî bi tevî Quds û El-Eqsayê ji bo xelasîya hemû însanîyetê ku di bin tesellûta sîyonîzmê de ye micadeleyê dikin. Tenê ne şîyarbûna ummetê, şîyarbûna  menewî ya hemû însanîyetê ew ê bi xêra van qehremanan qewettir bibe bi îzna Xwedê.”

“Rejîma sîyonîst ev bû salekîye li Xezzeyê tu zefer û serfirazîyekî leşkerî bi dest nexistîye”

Zekerîya Yapicioglu îfade kir ku Tofana Eqsayê, di doza Filistînê de ji bo dewrekî nû îşaretekî ye, “Daîmtî û qerartîya berxwedanê, digel hemû qetlîamên ku li dijî wan têne kirin projeyên îşxalkeran ziîf dikin, nerîna ‘ewlehî’ û ‘kes nikare eleqeya wan bike’ ya rejîma îşxalê kirîye binê nigan. Rejîma sîyonîst ev bû salekîye li Xezzeyê tu zefer û serfirazîyekî leşkerî bi dest nexistîye, encax ew qetlîaman kirîye, pîrek û zarokan qetil kirîye û sûîqestên alçaxî bikaranîtîye. Van hereketên wî jî nîşan dide ku bi rastî ew tiştekî leşkerî bidestnexistine.”

“Di vê pêvajoyê de mesulîyeta aliman, rêbertîya ji umemtê re ye”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu weha berdewam kir, “Divê bi desteka ummetê ya bi pêşengîya ulemayê ev micadele zêdetir bê qewetkirin. Di vê pêvajoyê de mesulîyeta aliman, rêbertîya ji ummetê re ye. Divê ulema moral û motîvasyona xwe zindî bihêle û berxwedana li Xezzeyê bi îlm û destekên xwe yên menewî qewettir bikin. Divê li cem xelkê Filistînê bisekinin û yekîtîya ummetê zêdetir bikin. Rûmeta ummetê Xezze ye, Quds e; û her micahîdekî vê dozê, ji bo şerefa ummetê micadeleyê dike. Zefera Xwedê nêz e.”

Yapiciogli di dawîya peyama xwe de weha got:

“Bi vê wesîleyê ez hemû xûşk û birayên xwe yên ku li hember sîyonîzm û alîgirên wan Emrîkayê berxwedanekî qehremanî dikin silav dikim. Îsmaîl Henîyye, Hesen Nesrullah û hemû şehîdên dinê yên ku di êrîşa terorî ya rejîma îşxalker a sîyonîst de şehîd ketine bi rehmet yad dikim.

Ji Xwedayê Kerîm dixwazim ku bila vê Hevdîtina Aliman di serî de ji bo wehdetê dûre jî ji bo xêrê bike wesîle.” (ÎLKHA)