Alîkarê Serokê Konseya Sîyasî yê Hîzbullahê Mahmud Kamatî, di axavtina ku ji El Cezîreyê re da de, îfade kir ku ew hemû teşebûsên artêşa îşxalê ku ji başûrê Libnanê bikevin nav welat asteng kirine.

Kamatî, îfade kir ku ew ji hemû teşebûsên îşxalê re amade ne, “Her cîhên ku dijmin bikeve nav Libnanê ew ê ji bo leşker û tankên wî bibe goristanek.”

Kamatî, îfade kir ku menzîla Hîzbullahê xwedî 150 kîlometreyê ye, dikare bighêje hemû alîyên axên îşxalkirî.

Hîzbullah daxuyandibû ku ew doh 20 leşkerên sîyonîstan kuştine. (ÎLKHA)