Bernameya “Tofana Eqsayê, Mesulîyeta Ummet û Ulemayê (Rûmeta Ummetê Xezze)” a Yekîtîya Medreseyan û Aliman (ÎTTÎHADUL ULEMA)yê di Eywana Konferansê ya Kullîyeya Camîya Selaheddîn Eyyûbî de tê tertîpkirin.

Navê bernameya ku her sal tê tertîpkirin jî wek “Tofana Eqsayê, Mesulîyeta Ummet û Ulemayê (Rûmeta Ummetê Xezze)” hat diyarkirin.

Ji bernameya “Hevdîtina Aliman” re, ji Tirkîye, Iraq, Herêma Kurdistanê, Filistîn, Misir, Efxenistan, Qeter, Libnan, Sûdan, Senegak û Urdunê gelek ulemayên bijarte beşdarî dibin. Ji bernameyê re Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu jî beşdarî bû.

Bername ew ê îro û sibe bi 4 rûniştinan bê kirin.

Bername bi xwendina Qurana pîroz û axavtina Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Enwer Kiliçaslan ve dest pê kir. Hevdîtin, bi axavtina protoqolê û sînevîzyonê berdewam kir.

Dûre ew ê bi moderatortîya Huseyîn Sudan Xoce ve rûniştina yekemîn bê tertîpkirin. Di rûniştina yekemîn de bi rêzê û bi meseleyên; Dr. Muhammed es-Sexîr: “Tesîra Tofana Eqsayê ya li ser civakê û rêxistinê”, Dr. Teysîr Suleymanî: “Di Cîhada Tofana Eqsayê de Micahîdên Hafiz", Prof. Dr. Nurullah Kurt: “Tesîrên Tofana Eqsayê ya Li Ser Sibe Roja Doza Filistînê” bêne kirin.

Ew ê moderatortîya duyemîn a ku piştî nîvroyê bê kirin jî Prof. Dr. Dildar Xafûr Hemedemîn bike. Ew ê di vê rûniştinê de jî Dr. Salahaddîn Babekîr: “Sebebên Tofana Eqsayê, Mafên Heqdar”, Dr. Abdullah Marud: “Di bin ronahîya Tofana Eqsayê de Sibe Roja Projeya Sîyonîstan”, Şêx Îmad Mubeyyîd: “Di Tofana Eqsayê de Dînamîkên Menewî û Rola Însanên Dawetvan”, Nivîskar Lêkolîner Vahdettîn Înce: “Tesîrên Baş a Fetha Qudsê ya Ji Teref Selahaddîn Eyyûbî Ve Ya Li Ser Mucahîdên Li Xezzeyê” bêne axavtin.

Roja yekem ew ê bi fesla mulahazayan dawî bibe.

Sibe jî ew ê rûniştinên 3yemîn û 4emîn bêne kirin û bername jî wê ewakî be:

Rûniştina Sêyemîn

Serokê Rûniştinê Dr. Muhammed Sînemukî

Kesên ku di vê rûniştinê de biaxivin

Prof. Dr. Sabah Berzencî: Tofana Eqsayê û Nirxên Medenîyetê

Prof. Dr. Usame Muslîm: Pevçûna îsraîl-Filistînê Ne Pevçûna Ax e, Pevçûneke Bi Bawerîyê ye

Dr. Abdurrahman Arîf: Tofana Eqsa û Tesîrên Daweta Ji Îslamê Re

Mela Reşîd Sîgerî: Îqtîdara Kurewî ya Sîyonîzmê û Deşîfrebûna Wî ya Bi Tofana Eqsayê

Rûniştina Çaremîn

Serokê Rûniştinê: Dr. Ahmet Tekîn

Kesên ku di vê rûniştinê de biaxivin

Prof. Dr. Davud Işıkdogan: Ehemmîyeta Ku Osmanî Dida Qudsê Û Nîşanên Biryarîya Parastina Wî Ya Ji Roja Me Re

Alk. Doç. Dr. Muhammed Xalid Mustafa: Wezîfe û Mesulîyeta Ulemayê ya Li Ser Cîhada Li Xezzeyê

Lêkolîner Nivîskar Mustafa Kasadar: Li Hember Tofana Eqsayê Rola Ku Hewceye Ummet Mesulîyet û Barê Ku Bigre Ser Milê Xwe

Ew ê mulahazayên herdu rûniştinan jî bên kirin. Hevdîtina Aliman bi encamname û teqdîmkirina belgeyan dawî bibe. (ÎLKHA)