Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bi minasebeta salvegera Tofana Eqsayê ku di 7ê Cotmeha 2023yan de dest pê kiribû li Stenbolê bername hat tertîpkirin.

Bername di Navenda Çanda Osmanê Ciwan a li Gungorenê de hat tertîpkirin, Yunus Sevgîlî di bernameyê de Quranê xwend û bername berdewam kir.

Di bernameyê de Mele Cemal Çinar axavtinek kir û bal kişand ku divê ummeta Îslamê li hember kafiran bibin yek.

Cemal Çinar weha axivî, “Di Qurana Pîroz de di pîrî cîhan de qala Benî îsraîlê tê kirin, dema ku qewet bikeve destê wan dest bi zilmê dikin. Lê Misilman jî pirî caran wan wek mezluman dîtine û xwedî li wan derketine. Dema ku em Misilmanan nebînin ku qeweta li pişt Emrîka û îsraîlê Îngiliz in em ê ji hedefa esil dûr bikevin. Bila bawerîya we pê hebe ku îro yên ku Sunnî û Şiîyan didin ber singê hev û mezhebçîtîyê dikin bi tevî Îngilizan dixebitin. Îro yên ku sîyonîzma dinyayê û Emrîkayê wek maşika sîyasî dixebitîne Îngiliz in. Temamî medyaya ku di dema şehadeta Nesrullah de bi wan re bûn çend dîmenên ku bi hesaba ‘Li Sûrîyeyê’ pêk hatine lê bi rastî li ku derê hatine kişandin nayên zanîn derxistin pîyaseyê. Îro wexta me tineye ku em rabin bi Emrîka û îsraîl, Rûsya û Çînê re eleqedar bibin ku em rabin bi meseleyên Sunnî û Şiî û Tirkî û Kurdî re mijûl bibin. Divê îro em bi hemû dijminên xwe bidin alî, berê xwe bidin dijmina esil. Ger ku em nebin yek ew ê ummetê tune bikin û dest bavêjin namus, mal, zarok û welatên me. Wextame tineye ku em bifikirin di dîrokê de kîjan welat ji kîjan welatê re çi kirîye. Qurana di destê me de, ji me re emir dike ku bila ummet li hember kufrê bibe yek.”

Çinar bibîrxist ku di dema Pêxemberê me de hinek minafiq hebûn ku li cem Misilmanan nimêj dikirin û Xwedê ji Pêxember (selat û selam li ser wîbe) e re lîsteya navê wan şandibû, lê dîsa jî Pêxemberê me bi wan re eleqedar nedibû. Li hember wan tedbîran girtibû lê eleqeya xwe bi wan nedikir, divê di ummetê de jî exlaqeqî ewakî hebe. (ÎLKHA)