Di daxuyanîya ku ji teref hîsaba medyaya civakî ya Hîzbullahê ve hat belavkirin de hat desnîşankirin ku ew di gundê li alîyê sînora bakurê Libnanê de li dijî îşxalkeran operasyon li dar xistin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku tanka Merkawayê bi fuzeyên barkirî hatîye hedefgirtin û tank şewitîye, di encamê de ji 20an zêdetir “hêzên bijarte” ya îşxalkeran kuştine.

Hat îfadekirin ku li başûrê Libnanê bajaroka Marun er-Rasê jî li dijî “wesayît û hêzeke peya yên îşxalkeran” hatin hedefgirtin, di encama vê operasyonê de jî gelek leşker hatine kuştin. (ÎLKHA)