ÎTTÎHADUL ULEMA, her sal di meha Cotmehê de bi navê “Hevdîtina Aliman” bernameyan tertîp dike, vê salê jî bi şîara “Tofana Eqsayê, Mesulîyeta Ummet û Ulemayê (Rûmeta Ummetê Xezze)” hat diyarkirin.

Hevdîtina aliman a 9emîn, li Dîyarbekirê di navbera 5-6ê Cotmehê de bê kirin.

Ji bernameya “Hevdîtina Aliman” re, ji Tirkîye, Iraq, Herêma Kurdistanê, Sûrîye, Filistîn, Misir, Efxenistan, Qeter, Libnan, Sûdan û Urdunê gelek ulemayên bijarte beşdarî dibin.

Hat diyarkirin ku şîara vê salê jî “Tofana Eqsayê, Mesulîyeta Ummet û Ulemayê (Rûmeta Ummetê Xezze)” hatîye ragihandin.

Bername, ew ê di Eywana Konferansê ya Kullîyeya Camîya Selaheddîn Eyyûbî de bê tertîpkirin. (ÎLKHA)