Di daxuyaniya nivîskî ya hevpar a Komeleya Girtiyên Filistînê û Komîteya Karûbarên Girtiyan a Filistînê ya girêdayî Rêxistina Rizgariya Filistînê da hat belavkirin ku rejîma sîyonîst li herêmên curbecur ên Şerîaya Rojava ya îşxalkirî êriş pêk anîn.

Hat diyarkirin ku leşkerên qaşo yê rejîma îşxalker a sîyonîst di serdegirtina bajarê El Xelîl û bajarê Beyt Ummarê de 24 Filistînîyên din ku di nav wan de zarok jî hene êsîr girtin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di serdegirtina malan de kesên êsîr hatine girtin û xizmên wan rastî lêdan û gefan hatine û malên wan jî hatine rûxandin. (ÎLKHA)