Hat diyarkirin ku Rejîma îşxalker a sîyonîst şeva borî li hinek nuqteyên Sûrîyeyê êrişên hewayî pêk anîn.
Balafirên şer ên rejîma îşxalker Derîyê Sînor ê El-Masna yê di navbera Lubnan û Sûrîyeyê de ye hedef girtin.
Ji ber êrîşê rêya navbera Beyrûda paytexta Lubnanê û Şamê paytexta Sûrîyeyê hat girtin.
Der barê ku di êrîşê de mirî yan jî birîndar hene de ti agahî nehat dayîn.
Rejîma îşxalker a sîyonîst ji destpêka şerê navxweyî yê li Sûriyê ji sala 2011an vir ve êrişî ser xalên leşkerî li Sûrîyeyê dike.
Êrîşên îşxalkeran her ku diçe ewlekarîya gelê herêmê dike nav gengeşîyê û alozîya li herêmê zêde dike. (ÎLKHA)