Hîzbullahê Libnanê di daxuyanîya ku belav kir de, daxuyand ku ew li dijî sîyonîstan 33 operayon li dar xistine.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, "Bombeyek di nav hêzên komando yên rejîma sîyonîst de ku dixwestin ber bi herêmên Marûn El Ras û Yaron li başûrê Lubnanê pêşve biçin de hat teqandin û bi wê teqînê zêdetir ji 20 leşkerên îsraîlê hatin kuştin û birîndarkirin."

Hizbullahê ragihand ku ew li herêmên sînorê başûrê Lubnanê 17 îşxalker kuştine. Siyonîstên îşxalker ji saetên sibeha roja duşemiyê 23ê Îlonê vir ve êrişên xwe yên berfireh ser navçeyên curbicur ên başûrê Lubnanê didomînin.

Rapora Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê diyar dike ku di van êrîşan de bi sedan şehîd û bi hezaran birîndar hene. (ÎLKHA)