Wezîrê Tenduristîyê Hesnawî, derheqê meseleyê de daxuyanîyeke niviskî belav kir û ragihand ku ew ê zîyareta nexweşan wê di rojên duşem û çarşembê di navbera seat 15.00 – 19.00an de bêne kirin, roja înê jî ew ê di navbera seat 08.00 – 12.00an de bêne kirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ew ê ji zîyaretê xeyn ji van seaetan 5 hezar  dînar bê standin.

Herwiha li gorî biryara nû 10 hezar dînar cezayê pereyan li her kesê ku di nav kadroyên doxtor, nexweş û xizmên nexweşên nexweşxaneyê û saziyên tenduristiyê de cixareyê bikişîne, bê birîn.

Biryara ku hat dayîn ji ber wê yekê ye ku welatiyên ku li nexweşxaneyan serdana nexweşan dikin, li gorî demjimêrên diyarkirî yên serdanê û rêgezên tenduristiyê tevnagerin; Hat destnîşankirin ku girse bi hinceta ku xizmetên tenduristiyê û karê doxtoran asteng kiriye hatiye girtin.

Hat diyarkirin ku piştî biryarê zextên li ser nexweşxaneyan kêm bûne. (ÎLKHA)