Li Beyrûda paytexta Lubnanê doh bi şev teqînên li pey hev rû dan.

Îşxalkeran ewil êrîşî taxa Dahîye ya Beyrûdê û piştre jî li nêzî Balafirgeha Beyrûdê kirin.

Hat diyarkirin ku êrîşa li ser herêma Dahîyeyê ji 23ê Îlonê û vir ve yek ji teqînên herî tund e.

Hat îddîakirin ku hedefa êrîşê Haşîm Seyfeddîn ê muhtemel xelefê rêberê Hîzbullahê Hesen Nesrallah e.

Hat diyarkirin ku êrîş ji qetlîama ku Hesen Nesrallah tê de şehîd bû mezintir bû.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê da hat diyarkirin ku di êrîşên ku ji teref rejîma sîyonîst ve li herêmên curbecur ên Lubnanê hatin kirin de 37 kesên din jî şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 151 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)