Derbarê rewşa Libnanê ya ku di bin êrîşên rejîma îşxalker de ye, Cîgirê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Clements got ku zêdebûna tundûtûjiyê li Libnanê rewşa xelkê ku ji niha ve di rewşeke dijwar de ne, xirabtir kiriye. Bêtirî 128 hezar kes ji bo peydakirina ewlehiyê çûne Sûrîyeyê.

Clements destnîşan kir ku lazimatî her roj zêde dibin.

Artêşa îşxalker ku ji 8ê Cotmeha 2023an ve êrîşên xwe yên li ser Libnanê didomîne, di 23yê Îlonê de bi sedan êrîşên hewayî birin ser bajarên başûrê Libnanê û herêmên Bekaa û Baalbekê.

Ji 17êê Îlonê ve ku amûrên ragihandinê yên Hîzbullahê bi kar dianîn hatin teqandin û vir ve 104 jê zarok 194 jin bi temamî 1374 kes hatin qetilkirin. (ÎLKHA)