Daxuyanî bi Sureya 249emîn a Sûreya Beqereyê, “Gelek caran civatên hindik bi destûra Xwedê zora civatên pir biriye û Xwedê digel sebirkêşan e.” û diyar kir ku Tofana Eqsayê wek tofanê berdewam dike.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Filistîna Misilman li dijî zilma ku gelê mucahîd ê Xezzeyê li dijî zilma ku li Xezzeyê tê kirin ala serhildanê ya li dijî rejima siyonîst û mêtinger a ku xwe amade dikir ku hemû êrîş bike, dest bi berxwedana Tofana Eqsayê kir. Sedsalek esareta Mescîda Eqsayê û muameleya nemirovane û bi salan e ku xelkê Xezzeyê bi tenê maye ji bo rizgarkirina namûs û şerefa ummeta Îslamê xwe davêje qada cîhadê.

“Xelkê Xezzeyê ji bona ku Qudsê ji esareta Cihûyîyan xelas bike qîyam kirin”

Di daxuyanîyê de weha got, “Ey umeta Îslamê! Gelê Xezzeyê, gelê Filistînê, ji bona ku qibleya me ya yekem, perestgeha pîroz a sêyemîn a Îslamê, Mescîda Eqsayê û Qudsê ku derdora wê Xwedê pîroz kiriye, ji esareta cîhûyîyan rizgar bikin rabûne ser pîyan. Xelkê Xezzeyê ji bo parastin û rizgar kirina me ya ji xirabiya rejîma sîyonîst ku li pişt şerê navxweyî, derbe û nakokiyên alema Îslamê hêza gemar e û wek xencereke jehrî di nava alema Îslamê de ye, berxwedana Tofana Eqsayê dan dest pê kirin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê qehreman ên Xezzeyê ji bo rûmeta ummeta Îslamê jin, zarok, ciwan û kal û pîr zêdetir ji çil hezarî zêdetir zarokên xwe feda kirin û gelê Xezzeyê jî ji wêranbûna bajarên wan, malên wan û belengazîyan wan re razî mane.

“Divê em ji berxwedanê re destekê bidin”

Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku li Filistînê û Libnanê qirkirinekî wehş tê jîyandin, dûre weha hat gotin:

“Xûşk û birayên me bi awayekî hovane tên qetilkirin. Mizgeft, dibistan û nexweşxane tên wêrankirin. Bi cesareta xwe ji bêdengiya bêşerm a cîhana siyonîst a hov û bi hemû piştevaniya Emerîka û Ewropa barbar û hemû hêzên xerab ên dijminê Îslamê, li qirkirina xwe ya hovane berdewam dike.

Ey misilman! Ey ummeta Îslamê! Ey mirovên azad ku namûs û wijdana wan nemirîye! Divê em li dijî vê hovîtî, vê qirkirina hovane ya ku mirovahiyê tehdîd dike dengê xwe bilind bikin û ji hemû cîhanê re ragihînin ku gelê mezlûm ê Filistînê û gelê Lubnanê ne bi tenê ye. Divê em li hemberî zaliman li kêleka mezlûman cih bigirin û bi daxuyanî, meş, bûyer û kampanyayên din bi hemû rê û rêbazan piştgiriyê bidin berxwedana gelê qehreman a Filistîn û Lubnanê."

“Dinya dît ku Misilmanên kulmekî ku pişta xwe dane Xwedê destanekî çawa nivîsandin”

Weqfa Evîndarên Pêxember diyar kir ku Tofana Eqsayê ji bo gelên mezlûm ên cîhanê, ji bo gelên bindest û îstîsmarkar û ji bo ummeta Îslamê ya ku bi sedsalan di bin êrîş û îşxala Xaçperestên Rojavayê de ye çavkanîya hêvî û moralê ye, “Efsaneya têkneçûna siyonîstan û hêzên xerab ên rojavayî yên li pişt wan hilweşîya. Tevahîya cîhanê dît ku ji aliyê çend misilmanên ku xwe dispêrin Xwedê, çi destan hatine nivîsandin. Derbeya çeteyên siyonîst ku li hemberî cesaret, sebir, ezm û îradeya gelê Filistînê yê dilsoz di nava panîk û tirsa hilweşînê de bûn, ji bo hemû gelên misilman ên bindest bû çavkanîya wêrekiyê û bû sedema vejîna daxwaza azadî û serxwebûnê di ummeta Îslamê de ye.”

“Divê em di vê cîhada pîroz de cîhê xwe bigrin”

Di dawîya daxuyanîyê de weha hat gotin, “Em weke ummeta Îslamê divê em her cure destekê bidin vê berxwedana pîroz a gelê Xezze û Libnanê, vê micadeleya azadî û serxwebûnê hîn bilindtir bikin û cihê xwe di vê cîhada pîroz a ku wê bi azadkirina Qudsê encam bide de bigirin. Bi vê munasebetê em wek Evîndarên Pêxember bang li hemû gelê xwe yên hezkiriyên Quds û Mescîda Eqsayê dikin ku li welat daxuyanîyên çapemenîyê yên girseyî, meş, xwenîşandan û mîtîngan bidin û bi xurtî beşdarî çalakiyên salvegera Tofana Eqsayê bibin.” (ÎLKHA)