Nevatim ku li başûrê axa Filistînê ya îşxalkirî ye, yek ji baregehên hewayî yên artêşa îşxalker e û balafirên F-35 ên Emerîkayê ji vir radibin.

Rejîma sîyonîst îtiraf kir ku fuzeyên Îranê li baregehên leşkerî ketine.

Îranê ragihand ku li hember êrîşên rejîma îşxalker ên ku ewlehiya wê ya netewî hedef digirin, operasyoneke fuzeyî li dar xistiye.

Wêneyên satelîtê yên hangara firokeyan li baregeha sereke ya serbazî ya îşxakeran piştî operasyona Îranê nîşan dide ku ziyan li banê çend avahîyên bi tesîs û rêyek li bingehê tê.

Doh jî artêşa îşxalker qebûl kiribû ku di operasyona Îranê de li hinek baregehên hewayî hatiye xistin, lê îddia kiribû ku ziyana wan "bêbandor e". (ÎLKHA)