Di daxuyanîya ku ji teref Hîzbullahê ve hat dayîn de hat ragihandin ku noqteya ku leşkerên siyonîst ên îşxalker di navbera cihên Misgav Am û Kfar Giladî yên îşxalkirî de bi cih bûne, hat derbkirin.

Hat diyarkirin ku 3 tankên îşxalkeran ên ku ber bi bajarokê Marûn er-Ras ê li başûrê Lubnanê ve diçûn bi fuzeyên rêveber hatin îmhekirin, di operasyona ku hêzên piyade yên dixwestin derbasî nava bajêr bibin de jî kuştî û birîndar hene.

Hat diyarkirin ku li Ebirimê noqteyeke din a leşkerî hat xistin û di êrîşa ku di navbera Misgav Amê û bajarokê El-Adîse yê Libnanê de leşkerên sîyonîstan hedef girt de mirî û birîndar hene.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gundê Ştula yê li nêzî sînorê Libnanê li dijî leşkerên ku li rojhilatê bajêr bi pêş ve diçûn êrîşeke teqez hat kirin. (ÎLKHA)