Bûyer, li herêma Sarband-Barkaşkot a navçeya Kuz Kunar a Nangarharê pêk hat.

Şahidên bûyerê gotin ku ji ber bayê xurt keştî binav bûye.

Qeymeqamê Kuz Kunar Ruhullah Hakmal der barê bûyerê de weha got: “8 kesên ku yek jê jin bû canê xwe ji dest dan, yên din zarok bûn. Laşên pênc ji miriyan ji çem hatin derxistin, û sê kes jî hêj winda ne."

Rayedaran ragihandin ku 9 kes bi saxî hatine xelaskirin. (ÎLKHA)