Hîzbullah vê daxuyanîyê da, “Mîcahîdên me, di dema şebeqa roja Çarşembê de, bi hêzên pîyade yên sîyonîstan re ku dixwestin biketana nav bajaroka El-Adîssayê hatin ber hev. Mîcahîdên me; bi wan re pevçûnê kirin zayîadan dan wan. Ew jî mecbûr man ku vekişin.”

Hîzbullahê daxuyand ku, şervanên wan li Mîskvamê hêzên pîyadeyan bi fuze û topan hedef girtin, hat rastkirin ku hedef rasterast hatîye îsabetgirtin.

Vê sibehê Hîzbullah, komeke ku hêzên dijminê îşxalker pêk têne û mewzîyên wan ên topavêtan ên li Kiryat Shmonayê bi fuzeyan hedef girtin û hat rastkirin ku leşkerên sîyonîstan mirine.

Hîzbullahê daxuyand ku ew van operasyonan ji bo parastina xelkê xwe û Libnanê pêk anîtine. (ÎLKHA)