Rejîma îşxalker li çar alîyê dinyayê qirkirinên xwe didomîne, di heman demên de li çar alîyê dinyayê jî Misilmanan ji bo Filistînê çalakîyên destekê bikartînin.

Ji ser operasyona Tofana Eqsayê ku di 7ê Cotmeha sala 2023yan de hatibû destpêkirin salekî derbas bû.

Ji teref Sazîya Civaka Sîvîl a Îslamî ya Dîyarbekirê ve bi minasebeta salvegera yekemîn a Operasyona Tofana Eqsayê ew ê bernameyeke meşê bê tertîpkirin.

Bernameya meşê ku tê plankirin bê tertîpkirin; ew ê di 6ê Cotmehê roja Yekşemê de di seat 19.00an de li Duraka Dawîn a Gazîlera Bûlwara Firatê dest pê bike, wê  li Hala Nû bi daxuyanîya çapemenîyê dawî bibe.

Di daxuyanîya ku derheqê bernameyê de hat dayîn de hat îfadekirin ku bila hemû Evîndarên Qudsê yên Dîyarbekirê ji 7ê heta 70î beşîdar bernameyê bibin. (ÎLKHA)