Ebû Ubeyde, li ser qenala Telegramê bi niviskî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîyê de weha got:

“Em berteka Îranê ya ku ji hemû erdnigarîya Filistînê ya îşxalkirî tesîrdar kirîye û ji rêxistina sûc a dijmin ku difikire ew ê hemû êrîşdarîyên wî yên li herêmê li cem wî bimîne û cezayê negire re derbeyeke mezin lêxistîye pîroz dikin.

Îro, rojekî cuda ye ku agirê berxwedana ummetê gihaştîye asîmanên Filistînê û ‘Tel Avîv’ dûçarê operasyonên micahîdên Yemen, Libnan, Filistîn û Îranê bûye. Ev tişta ku hatîye kirin, ji hemû ummeta Îslamê û însanên azad re bangekî ye ji bo xelasîya Filistînê wezîfeya ku bi para wan dikeve bi kar bînin.”

Pasdaran, doh êvarê li dijî axên îşxalkirî re gelek fuzeyan avêt û asîmana Tel Avîvê bi stêrkên ku ji fuzeyan pêk têne xemiland.

Li gorî çapemenîya Îranê 500 heb fuze hatine avêtin, van fuzeyên ku hatine avêtin jî fuzeyên balîstîk in û li gelek cîhên Tel Avîvê re hatine avêtin.

Pasdaran diyar kir ku ew vê operasyonê ji ber şehadeta Îsmaîl Henîyye û Hesen Nesrullah pêk anîtine û ger ku îşxal bersivê bide ew ê bi operasyoneke mezin ew jî bersivê bidin. (ÎLKHA)