Berdevkê NY Stephane Dujarric, di civîna çapemenî ya rojane de diyar kir ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji bûyerên li Libnanê û rewşa însanî endîşeyeke kur dibîne, ragihand ku Sekterê Giştî ji alîgiran re bang dike ku bila bi îtîdal bin û gengeşîyê kêm bikin.

Dujaric, bal kişand ku divê biryara bi hejmara 1701an a Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyê bê tetbîqkirin, Sekreterê Giştî û ekîba wî bi mirovên di sehayê de re di nav têkilîyê de ne û lêgerîna rêya dîplomatîkî dimeşîne.

Dujaric îfade kir ku ji zêdebûna gengeşîyê herî zêde sîvîl tesîrdar dibin, “Sibe em ê ji bo 1 milyon Libnanîyan banga alîkarîyê bikin.”

Dujaric ji pirsa “Hûnê ji îsraîlê re banga dev jê berdana êrîşa bejahîyê bikin gelo?” re weha bersivê da, “Sekterê Giştî, ji îsraîlê re banga dev jê berdana êrîşa bejahîyê kir û ew ê vê banga xwe bidomîne jî. Em bi tu şeklî êrîşeke bejahîyê naxwazin bibînin.” (ÎLKHA)