SANA, daxuyand ku rejîma sîyonîst êrîşî Şamê kir.

Di xeberê de hat îfadekirin ku di encama êrîşê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 9 kes jî birîndar bûn.

Di xeberê de weha hat gotin, “Sîstemên me yên hewayê fuze û dronan dan sekinandin û piranîya wan xist xwarê. Di êrîşê de 3 sîvîl mirin, 9 sîvîl jî birîndar bûn û zerara meddî çêbû.”

Hat daxuyandin ku Safa Ahmed ku di Televîzyona Dewletê de pêşkeşvanîyê dikir jî canê xwe ji dest daye. (ÎLKHA)