Rejîma îşxalker li dijî Libnanê êrîşa bejahîyê da destpêkirin.

Di daxuyanîya artêşa terorîstan de weha hat gotin, “Artêş, li başûrê Libnanê li dijî binesazîya Hîzbullahê êrîşên bejahîyê yên sînordar û tijî da destpêkirin.”

Hat îfadekirin ku Kabîneya Ewlehîyê vê êrîşê erê kirîye û ji navê êrîşê re jî “Tîrên Bakurê” danîne.

Daxuyanîya ku ji teref sîyonîstan ve hat belavkirin weha ye, “Van hedefan gund û bajarokên nêz dihewîne û van deran ji bo îsraîlîyên ku li bakurê îsraîlê diman re tehdîdek in. Yekîneyên topavêtan a girêdayê hêzên parastina îsraîlê û hêzên hewa yê îsraîlê, ji hêzên bejahîyê re destekê didin. Li gorî nirxandina rewşa operasyona ‘Tîrên Bakur’, ew ê bi tevî Xezzeyê berdewam bike.” (ÎLKHA)