Êrîşên rejîma îşxalker a li dijî Libnanê bênavber berdewam dike.

Di nav 24 seatên dawîn de, di encama êrîşa îşxalkeran de pîrek û zarok jî di nav de 105 kes şehdî bûn.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Libnanê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku di encama êrîşan de 359 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku di êrîşa îşxalkeran de li herêma Ayn ed-Delbê 36 kes şehîd bûn, 57 kes jî birîndar bûn.

Di encama êrîşa ku li bajara Baalbekê hatîye lidarxistin de jî 21 kes hatine qetilkirin, 47 kes jî birîndar bûne.

Hat îfadekirin ji ber bomberbûmanê bi sedhezaran mirov ji cîhê xwe bûne.

Koça ku ji alîyê Beyrûd û başûr re dihat kirin berdewam dike, bi dehhezaran mirov jî koçê Sûrîyeyê bûne.

Hîzbullah jî ji êrîşên ku li djiî herêmên başûr û rojhilat têne kirin re bi fuzeyan bersivê dide.

Rejîma sîyonîst piranîya windayîyên xwe, candayîn û birîndaên xwe ji raya giştî veşêr dide. (ÎLKHA)