Qeza, di seat 10.30yan de li Çarrêya Tesîslera Dîyarbekirê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin; qamyona ku bi plaqeya 46 AHZ 231 ya ku ji alîyê Seyrantepeyê dihat, li Çarrêya Tesîslerê li zilamekî îxtîyar ku nasmaneya wî nehat hînbûn qelibî. Qamyona ku qezayê ferq nekir, zilamê îxtîyar kir binê xwe.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîyeyê hatin seqwkirin. Di encama xebata ekîbên îtfaîyeyê de cenazeya zilamê îxtîyar ji bin qamyonê hat derxistin û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)