Wezareta Tenduristî ya Libnanê, daxuyand ku ji herêma Ayn ed-Delbê re êrîşa asîmanî hat lidarxistin.

Di encama êrîşê de li gorî diyarîyên ewil 32 kesan canê xwe ji dest dan, 52 kes jî birîndar bûn.

Xeyn ji vê bûyerê sîyonîstan bajaroka Ankunê jî hedef girtin û di wê êrîşê de jî 4 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî meqamên Libnanê, ji 17ê Îlonê vir ve 104 jê zarok, 194 jê pîrek tev de 1127 kesan canê xwe ji dest dane. (ÎLKHA)