Maduroyê ku ji bo Hîzbullahê sersaxî xwest, bang li Misilmanan, gelên cîhanê û gelê Ereban kir ku dengê xwe bilind bikin û li tevî Lubnanê li cem gelê Filistînê bin.

Maduro wisa peyivî,

“Îro em hîn bûn ku sûîqest li Sekreterê Giştî yê Hizbullahê birêz Hesen Nasrallah ku yek ji rêberên gelên Ereb û alema Misilmana ye hatiye kirin. Li ser navê bloka dîrokî ya şoreşgerî ya hêzên Bolîvarî yên Venezuelayê, ez piştgirîya xwe bi Hizbullah, malbata wî û gelê Lubnanê re radigihînim. Û em vê sûcê red dikin. Dixwazin vê meşrû bikin. Lê suîqest li wî kirin, êrîşî avahiyan, cîranan kirin û bi sedan mirovan kuştin. Hun ji vêya re çi dibêjin? Sûc. Fermana êrîşê ji navenda Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê hatiye dayîn. Û tirsonekên dinyayê bêdeng man. Lê tu kes nikare dengê gelên serîhildane qut bike. Ji ber vê yekê ez bang li Misilmanan, gelên cîhanê û gelê Ereban dikim ku dengê xwe bilind bikin û li tevî Lubnanê li cem gelê Filistînê bisekinin.” (ÎLKHA)