Yahya Serîyê Berdevkê Leşkerî yê Ensarullahê daxuyanî belavkir û got, “Yekîneya mûşekan a girêdayî hêzên bi çek ên Yemenê, Balafirgeha Yafayê (Ben Gurîon) ya li başûrê rojhilata Tel Avîvê bi mûşekên balîstîk ên Filistîn-2 xistine.”

Serî diyar kir ku êrîş piştî êrîşkarê siyonîst Benjamin Netanyahu ji civînên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyîa li New Yorkê vegerîya hat kirin.

Serî diyar kir ku ew ê li hemberî cinayetên ku ji teref siyonîstên îşxalker ve hatine kirin û ji bo parastina Xezze û Lubnanê "operasyonên zêde bikin dudilî namînin."

Artêşa îşxalker îdia kir ku mûşeka ku ji Yemenê ber bi naverasta welêt ve hatiye avêtin hatiye îmhakirin û ragihandibû ku li Tel Avîvê sîren hatin lêxistin. (ÎLKHA)