HAMASê, di daxuyanîya xwe ya derheqê şehîdbûna Nesrallah ku di êrîşa sîyonîstan de şehîd bûye de vê ayetê parve kir, “Ji bawermendan hin zilamên wisa hene ku wan ew peymana dane Xwedê bi cih aniye. Vêca hin ji wan canê xwe feda kirin û hin ji wan jî çavnêriyê dikin û peymana xwe neguhartine (li ser soza xwe man e)…”

Tevger, di daxuyanîya xwe de weha got:

“HAMAS, bi minasebeta şehadeta Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Hesen Nesrallah û komeke serokên şehîd ên bi wî re, ji ber ku di rêya Quds û micadeleya Tofana Eqsayê de şehîd ketine, ji xelkê Filistîn, alema Îslam û Ereban û însanên azad ên li ser rûyê erdê re sersaxîyê pêşkêşî dike.

Em ji xelkê bira yê Lilbnan, endamên Berxwedana Îslamî û Hîzbullahê re şînên xwe û piştgirîyên xwe yên ji dil û can ve teqdîm dikin.

Em îfade dikin ku hemû êrîşên sîyonîstên barbar û wehş ên li dijî avahîyên başûrê Beyrûdê pêk tînin bi şekleke herî qewet şermezar dikin. Ev êrîş, çalakîyeke tirsonek a terorê û qetlîamekî ye. Ev rewş, rûyê wehşî û bixwîn a îşxalkeran cardin nîşan dide û derdixe holê ku ew hemû nirx û normên navneteweyî û peymanan tune dihesibînin û rasterast ewlehî û aştîyê tehdîd dike; hemû van tiştan di bin bêdengî, acizî û îxaneta navneteweyî de çêdibe.

Em candayîna Birêz Hesen Nesrullah û birayên wî di nav sebr û metanetekî kur de pêşwazî dikin. Micadeleyên wan ên mezin a ji bo azadîya Mescîdî Eqsa û Qudsê didin, sekina wan a şanaz a bi destekdayîna ji berxwedan û xelkê Filistînê re, di pêvajoya Tofana Eqsayê de destekên wan ên qehreman wê daîma bidin bîra xwe. Digel hemû fedekarî û zehmetîyan, ew wek şehîdî di vê rê de meşa xwe domand.

Em bal didin kişandin ku îşxalkerên sîyonîst ji temamê sûc û encaman mesul e. Di heman demê de em didin diyarkirin ku Emrîkayê jî ji ber desteka xwe ya sîyasî, dîplomatîkî, leşkerî, ewlehî û îstîxbarî ya ji îşxalê re mesulê vê tiştê ye. Hatîye fêhmkirin ku ev bireveberî, bi şermezarkirinê vê terora sîyonîstê nade sekinandin û di warê sekinandina van sûcan de jî bêdeng dimîne.

Em wek HAMASê, cardin nû dikin ku li hember qetlîamên sîyonîstan in, li cem Hîzbullah û Berxwedana Îslamî ne. Ji bo Quds û mafên xwe, di nav lêgerîna azadî û serxwedbûnîyê de di Tofana Eqsayê de li cem berxwedan û xelkê Filistînê ne.

Van xwînên pak û paqij, di çarçoveya Tofana Eqsayê de ji bo destekdayîna ji xelkê me û berxwedana me re hatîye rijandin. Ew ê van xwînan, bi tevî xwîna şehîdên Xezzeyê saz bibe û ew ê rêya berxwedanê ronî bike; wê berxwedan tu dem mil daneyne û ew ê teslîm nebe.

Dîrok, cardin nîşan daye ku ew ê berxwedana li hember sîyonîstê dijmin daîma neslên serokên nû, di vê rê de qewetbûn û qerarîyê derbixe. Ew ê ev nesil, heta ku îşxal û vê dijminê ji axên me derbixe û berê wan bide micadeleya xwe bidomîne.” (ÎLKHA)