Hîzbullahê, derheqê şehadeta Hesen Nesrallah de li ser qenala fermî ya Telegramê daxuyanîyek parve kir.

Di daxuyanîyê de, digel şehadeta Nesrallah bal hat kişandin ku ew ê berxwedan, “Micadeleya xwe ya bi dijmin re û rêya xwe ya destekê ya ji Xezze û Filistînê û di warê parastina xelkê şanaz ê Libnanê de berdewam bike”

Hîzbullah di daxuyanîya xwe de weha got:

“ ‘Wê çaxê, yên ku dixwazin jîyana dinyayê bidin û jîyana axîretê bistînin di rêya Xwedê de herbê bikin. Kê ku di rêya Xwedê de herbê bike di wê rê de were kuştin an jî xalib were em ê ji wî re mikafatekî mezin bidin.’

Birêzê berxwedanê, Ebdê Sadiq, ji Rebbê xwe û riza xwe re wek şehîdek gihaşt… Serokekî mezin, qehremanekî cesûr, xwedî hîkmet, bi îman û xwedîyê nerînekî kur… Beşdarî karwanê Pêxember û şehîdan bûye.” (ÎLKHA)