Berdevkê artêşa qaşo yê rejîma sîyonîst Avichay Adraee, di daxuyanîya ku belav kir de, ji sîvîlên ku li Beyrûdê diman xwest ku bi lez û bez malên xwe terk bikin.

Adree weha got, “Ji mirovên ku li Dahîyeya Beyrûdê rûdinên re banga acîlî: Mirovên ku li Taxa El-Leylekî û hinek avahîyên ku li Taxa Hadasê rûdinên, ji ber ku hûn nêzê menfeatên Hîzbullahê ne bi lez û bez avahîyan terk bikin û herî kêm 500 metre dûrbikevin.”

Rejîma sîyoînst doh êvarê li Taxa Hureykê sîvîlan dabû ber bombeyan, bi tonan bombe bikaranît.

Wezareta Tenduristî ya Libnanê diyar kir ku di êrîşê de 6 mirov şehîd ketin, 91 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)