Bûyer, li Bûlwara Saîd Nursî ya ku li ser rêya Sêwreg-Dîyarbekirê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di navbera du koman de ji ber sedemeke ku hêj nediyare şer derket.

Di dema şerê de pompalî jî hatin şixulandin û ji ber guleyan 4 jê zarok 5 kes birîndar bûn.

Mirovên birîndar, bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Sêwregê re hatin rakirin.

Ekîbên polêsan, li derdorê bûyerê tedbîreke mezin girtin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)