Hat daxuyandin ku Hîzbullahê Libnanê îro bi gelek fuzeyan Bendera Heyfayê hedef girt.

Di daxuyanîya ku ji teref Hîzbullahê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku ji bona destekdayîna ji xelkê cesûr û berxwedêr a Filistînê re destekê bidin û ji bona ku ji êrîşên li dijî sîvîlên li Libnanê têne kirin re bersivê bidin bi fuzeyên “Fadî-1”ê Bendera Heyfayê hedef girtin.

Qatilên îşxalker jî, rast kirin ku ji teref Hîzbullahê ve ji 10an zêdetir fuze ji Heyfayê re hatine avêtin. (ÎLKHA)