Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastina Sûrîyeyê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Îro di seat 01.35an de îsraîlê dijmin, ji alîyê Golana îşxalkirî re êrîşa asîmanî li dar xist. Di êrîşê de, tesîsên me yên leşkerî yên ku li sînora Sûrîye-Libnanê ye hedef girtin. Di encama êrîşê de, 5 leşkerên me mirin, leşkerekî me jî birîndar bûn.”

Ji teref sîyonîstên îşxalker ve derheqê êrîşê de tu daxuyanîyek nehat dayîn.

Rejîma sîyonîst ji sala 2011an vir ve li dijî Sûrîyeyê êrîşan li dar dixe. (ÎLKHA)