Ji bernameya ku ji teref Yekîtîya Alimên Filistînê ve bi beşdarbûna gelek mirovan hat tertîpkirin re, ji Filistîn, Misir, Sûdan û Tirkîyeyê gelek alim beşdarî bûn.

Bername piştî nimêja mexrîbê ku di Camîya Navend a Başakşehîrê hat kirin de li Meydana Kayaşehîrê dest pê kir.

Di bernameyê de alimên ku li meydanê bûn û yên ku bi telekonferansê beşdarî bernameyê bûn axavtinan kirin.

Bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir û dûre Serokê Yekîtîya Alimên Filistînê Dr. Newaf Tekrurî axavtinek kir û di axavtina xwe de weha got, “Îro aliman, li teqwîma hîcrî piştî salekî ya îzzet û şerefê li vê derê diaxivin. Di vê merhaleyê de, di dewra ku tê wesifkirin dewra veguherîna ummetê ya ji îzzet û şerefê ye de, em ketine nav sala duyemîn a Tofana Eqsayê.”

“Dijmin digel hemû micadeleya xwe xeyn ji qirkirinê tiştekî nekir”

Tekrurî destnîşan kir ku Tofana Eqsayê ji bona ku şeref û pîrozbahîyên ummetê bê parastin hatîye tertîpkirin, “Micahîd û Tûgayên Îzzeddîn El Qessam, li Xezzeyê bi tevî ala îman, cîhad û îzzetê hereket kirin. Encax dijmin, nikaribû bi micahîdên me re serî derketana û ji ber vê yekê êrîşî nexweşxane, dibistan, mescîd, zarok û pîrekan kir. Dijmin digel hemû xebatên xwe, ji hedefên xwe yên ku diyar kiribû re negihaşt. Xeyn ji kuştina zarok, pîrek, qetlîam û qirkirinê ew tiştekî nekir.”

“Qetlîam îfadeya ziîfbûnê ye”

Tekrurî, “Di encama êrîşa ku Netenyahu li dijî xelkê Libnanê da destpêkirin de di nav rojekî de 550 Libnanî şehîd ketin. Ev rewş eczîyeta dijmin nîşan dide. Dema ku dijmin, di gihaştina hedefên xwe de neserfiraz dimîne, dixwaze ku ji xelkê xwe re xwe biqewet nîşan bide. Bi rastî van qetlîaman nîşana ziîfbûnê ye.”

“Emê ji micadeleyê re berdewam bikin”

Tekrurî di dawîya axavtina xwe de weha axivî, “Ev derbasbûna salekî ji bo civakê firsedek e ku ji nû ve xwe bi nirxên xwe re girê bide. Divê di salvegera 1emîn a Tofana Eqsayê de ji rejîma sîyonîst re peyameke bi qewet bê dayîn. Ger ku bixwazin ev herb berdewam bike, em li her derî amade ne. Ne tenê li Filistîn û Libnanê, bi îzna Xwedê em li herderê ji bo micadeleyê hazir in û berdewam in.” (ÎLKHA)