Ji Yemenê ji axên Filistînî yên îşxalkirî re fuze hatin avêtin.

Piştî barana fuzeyan li Tel Avîvê sîren hatin lêketin.

Çapemenîya îşxalê, ragihand ku li gelek cîhên Tel Avîvê dengê teqînan hatin bihîstandin.

Hat îfadekirin ku Tel Avîv, Lod, Ramla û Rishon Lezion jî di bin barana fuzeyan de ne.

Radyoya artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, daxuyand ku ji Yemenê ji Tel Avîvê re fuze hatin avêtin û ji wan fuzeyan yek îsabet girt, ji ber vê îsabetgirtina fuzeyê 2 milyon însan berê xwe dan sitargehan.

Hat diyarkirin ku piştî van fuzeyan li Balafirgeha Ben Gurionê xebat hatine sekinandin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de piştî operasyona fuzeyê derheqê mirî an jî birîndaran de tu agahîyek nehat dayîn. (ÎLKHA)