Şahbaz Şerîf ji ber civîna Sazîya Giştî ya 79emîn a Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê bû û di civînê de axavtinek kir, Şerîf di axavtina xwe de ji ber “qirkirina” rejîma îşxalkeR ku li Filistînê bikartîne bang kir ku bila ji sîyonîstan re ambargoya çek û bazirganîyê bê tetbîqkirin.

Şerîf weha got, “Divê em zorê bidin ser îsraîlê ku teşebûsên wî yên zêdekirina pevçûna li Xezze û Rojhilata Navîn bidin sekinandin.”

Şahbaz êrîşên li dijî Libnanê şermezar kir û îfade kir ku bila reyadarên rejîma sîyonîst ji ber sûcên li dijî xelkê Filistîn û Libnanê bikartînin divê hesabê bidin. (ÎLKHA)