Wezareta Tenduristî ya Sûdanê bi niviskî daxuyanîyek parve kir, di daxuyanîyê de îfade kir ku li giştîyê welat 473 mirov ji ber şoba kolerayê canê xwe ji dest dan.

Di daxuyanîya wezaretê de, hat diyarkirin ku hejmarê nexweşan jî 14 hezar û 944 kes in.

Li Sûdanê baran û lehîya ji meha Hezîranê vir ve pêk tê bû sedema belavbûna şoba kolerayê. Rayedarên Sûdanê diyar kirin ku di 12ê Tebaxê de şob belav bûye. (ÎLKHA)