Weke her salan vêsalê jî Platforma Nesla Quranê ji bo zarokan perwerdehîya nimêjê da.

Ew ê perwerdehîyên nimêjê bi bernameyên fînalê dawîn bibin û fînala Dîyarbekirê jî di 29ê Îlonê de roja Yekşemê di seat 16.00an de wê bê tertîpkirin.

Koordînatorê Bajêrê Dîyarbekirê yê Platforma Nesla Quranê Cîhad Kaplan derheqê bernameyê de daxuyanîyek da û hemû zarok û malbatan dawetî bernameyê kir.

“Nesleke ku heqê nimêjê dide, ew ê ji fuhşîyat û xerabîyan bê parastin”

Kaplan, “Rebbê me di Qurana Pîroz de dibêje nimêj mirovan ji xerabî û fuhşîyatê diparêze. Çîmkî nesleke ku heqê nimêjê dide, ew ê ji fuhşîyat û xerabîyan bê parastin.”

“Roja Yekşemê em li ber Camîya Fatîhê ne”

Kaplan derheqê bernameya ku ew ê roja Yekşemê bê lidarxistin de jî axivî û weha got,

“Platforma Nesla Quranê her sal bernameya ‘Jîyan Bi Nimêjê Xweş e’ tertîp dike. Li çar alîyê Tirkîyeyê van bernameyan di meha Tebaxê de dest pê dikin û di meha Îlonê de dawî dibin. Hemd ji Xwedê re li hemû bajar û navçeyan ev bernameya me dawî bû. Ew ê di 29ê Îlonê roja Yekşemê de di seat 16.00an de li ber Camîya Fatîhê bernameya fînalê bê tertîpkirin. Hemû malbatên hestyar dawetî bernameyê dikin û em ê li wê derê li bêvîya wan bin.” (ÎLKHA)