Qeredaxî, ji bona ku ji heqê tehdîdên ku Xezze û Libnanê dorpêç kirîye bê derketin, ji ummetê re banga yekîtî û piştevanîyê kir.

Qeredaxî vîdeoyek parve kir û di wê vîdeoyê de derheqê êrîşên li dijî Libnanê de axavtinek kir, Qeredaxî di axavtina xwe de weha got:

“Ez derheqê berfirehbûna herba li Libnan û cîhên dinê de bangeke acîl li ummeta Îslam û Ereban dikim. Ez carekî din hişyarîyên xwe û Yekîtîya Aliman ê Misilmanên Cîhanê ya derheqê nîyetên dewleta sîyonîst û bi taybetî serokê nîjadperest Netenyahu de dubare dikim. Netenyahu, îddîa dike ku ew ê Rojhilata Navîn veguherîne lê bi îzna Xwedê ew ê nikaribe bike. Encax divê ummet jî bi temamî hazir be û di parastina doza xwe ya ewil de bibiryar be.

Me wezîfeya xwe ya ji bo Xezzeyê bicîh neanît û divê em vê kêmasîyê bi sekineke saxlem û zelal telafî bikin. Dewleta sîyonîst; Filistîn, Xezze, Şerîaya Rojava û Qudsê derbas kir û dest bi êrîşkirina Libnanê kir. Îro Libnan e, lê dibe ku sibe welatekî dinê be.

Li hember vê berfirehbûn û qirkirina ku xeyrî însanîne têne kirin, li hember qetilkirina zarok û pîrekên Xezze, Şerîaya Rojava û niha jî Libnan wijdana însanîyetê jan dide.

Ez bang li ummeta Îslam û Ereban dikim ku li hember vê êrîşê bêdeng nemînin, li hember wan hemû qewetên xwe yên leşkerî, aborî, sîyasî û dîplomatîkî bikarbînin. Ev mafekî meşrû û mafdar e.

Xelkê Xezzeyê çi ji destê wan dihat bikaranîtin, ew fedekarîyên mezin nîşan dan û ber xwe dan, lê belê me çi kir? Ey xûşk û birayên Îslamê, Ey xûşk û birayên Ereb! Di destê we de gelek qoz hene, xeyn ji qeweta leşkerî, qeweta we ya aborî heye, hûn dikarin tehdîda birîna petrol û erdgazê bikin; heta ku van êrîşan bêne sekinandin hûn dikarin van tehdîdên xwe bidomînin. Dema ku hûn ewakî bikin ewê hemû dinya ji dewleta îşxalê re zextekî çêbike.

Ji xwe van têkilîyan ji serî ve xelet bûn û îro jî wan îşxalkeran ji bo menfeatên xwe bikartînin. Çi heyfe ku dewleta îşxalê li hember xwe sekineke bi qewet nedît. Hûn dibînin ku ew îro li Xezzeyê çi dikin, ew Xezzeyê bi temamî xera kirin, wan kuştin û îro jî dest bi tunekirina Libnanê kirin. Ji ber vê yekê ez sond ji Xwedê, dîrok û neslên ku werin re dixwim ku, di vî warî de di meseleya leşkerî û aborîyê de sekineke biqewet nîşan bidin û pêşîya van êrîş û berfirehbûnîyê bigrin.” (ÎLKHA)